Enda Adan Îsmaîl a li dijî sinetkirina jinan têdikoşiya xelat girt

Ji bo Xelata Templeton a 1,4 milyon dolar ku ji sala 1974’an vet ê dayîn, îsal Edna Adan Îsmaîl a ku li dijî sinetkirina jinan têdikoşiya layiq hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Hemşîre Edna Adan Îsmaîl a li Somalîlanda Afrîkaya Rojhilat dijî û li dijî sinetkirina jinan têdikoşe xelata Templeton a îsal girt.

Xelata 1,4 milyar dolarî ji aliyê Weqfa John Templeton ve ji sala 1974’an ve ji bo kesên ku di warê olî û manewî de bi piştgiriya zanistê dixebitin û di warê navneteweyî de bi nav û deng in, tê dayîn. Di daxuyaniya komîteya xelatê de wiha hat gotin: “Vê jina misilman, bi hêza zanistî hewl da rûmet û heysiyeta jinan biparêze, di warê ruhî û fizîkî de wan bi pêş bixe. Ji ber vê hewldana wê ya hêja, ji bo teqdîrê layiqê xelatê hat dîtin.”  

Dê hinek ji pereyê xelatê bibexşîne

Edna Adan Îsmaîl, li Afrîkaya Rojhilat bi salan e li dijî sinetkirina jinan ku di warê genital de wan nexweş dixîne têdikoşe û bi çalakiyên xwe tê naskirin. Edna Adan Îsmaîl, diyar kir ku dê parek zêde ya pereyê ku ji bo xelatê tê dayîn ji bo ku pê alav û amûr werin kirîn û pisporên tendirustiyê werin perwerdekirin bexşê “Nexweşxaneya Zayînê ya Dostên Ednayê” bike.

Sineta jinan çi ye?

Aliyê derve yê lebata zayendî ya jinan tevî ku ji aliyê tibî ve pêwîst nîn e jî tê jêkirin û ji vê yekê re sinet tê gotin. Jinên ku tên sinetkirin, di dema destava biçûk de hem xwîn ji wan tê hem jî êşê dikşînin û di dema têkiliya zayendî de êşek zêde dikşînin. Her wiha di dema welidandinê de jî rastî komplîkasyon û travmayên ruhî yên giran tên. Gelek jin û zarokên keç di dema sinetkirinê de ji ber windakirina xwînê û enfeksiyonan jiyana xwe ji dest didin.