Encamên teqez ên hilbijartina giştî ya parlamenteriyê dê îro bên eşkerekirin

Serokê YSK’ê Ahmet Yener, ragihand ku encamên teqez ên hilbijartina parlamenteran dê îro di Rojnameya Fermî de eşkere bike.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê encamên teqez ên Hilbijartina Giştî ya Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê ya 14’ê Gulanê dê îro bên eşkerekirin.

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, diyar kir ku encamên teqez ên hilbijartina parlamenteran dê bên eşkerekirin û wiha got: “Encamên teqez ên parlamenteriyê dê îro ji Rojnameya Fermî re bên şandin."

Bi eşkerekirina encamên hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 14’ê Gulanê de hatin pêkanîn re, Lijneya Giştî ya Meclisê dê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. Piştre parlamenter dê ji bo erkên xwe sond bixwin.

Di Meclisa Serdema 28’emîn de, Tifaqa Cumhur 322, Tifaqa Milî 212, Tifaqa Ked û Demokrasiyê 65 wekîl derxistin. Dê di meclisê de AKP, CHP, Partiya Çepên Kesk, MHP û ÎYÎ Partî jî di nav de 5 kom hebin. Parlamenterên DSP’ê û HUDA PAR’ê ji lîsteyên AKP’ê ketin meclisê, parlamenterên DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Festîval, DP’ê û TDH’ên ku ji lîsteyên CHP’ê ketin hilbijartinê, parlamenterên EMEP û TOP’ê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û parlamenterên Partiya Refahê û TÎP’ê bi giştî 16 partî dê li meclisê bên temsîlkirin.