Encamên lêkolîna li ser rola jin û ciwanan hatin eşkerekirin

CRECIF encamên lêkolînek li ser "Rola jin û ciwanan di pêşîlêgirtina tundiyê" de pêşkêş kir. Di lêkolînê de gelek xal û sedem hatin destnîşankirin.

Tûnis - Di 14'ê Kanûnê de Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahiyên li ser Jinan "CREDIF", bi hevkarî li gel Navenda Cenevê ya Rêveberiya Sektora Ewlekariyê, di sempozyûmekê de li ser encamên xebatê lêkolînê ji bo pêşîlêgirtina tundrewiya tund bi sernavê "Rola jin û ciwanan di pêşîlêgirtina tundrewiya tund" de pêşkêş kir.
"Li bajarên mezin ên Tûnisê lêkolîn hatin kirin"
Lêkolîn li ser bingeha lêkolîna bi kalîte li hemû parêzgehên Tûnisê yên mezin (Tûnis, Eryana, Bin Arûs û Menûba), Nabil, Cendûba, Sûse, Mehdiyê, Qîrewan, Midneyîn û Tetawîn hat kirin. Di encama lêkolînê de nebûna rola lawaz a malbatê di ewlekirina pêşîlêgirtina tundrewiya tund de ji ber sê sedemên sereke, nakokiyên malbatî, nebûna malbatê ji alavên pêwîst ji bo çarenûsa zarokên xwe û hebûna şêwazek mezinbûnê ya ku çandek tundrewiya tund dipejirîne hatin xuyakirin. Pêşniyara girîngiya avakirina baweriyê di navbera ciwanên her du zayendan û dewletê de û bihêzkirina wan di warê rêbertî û xebata li ser tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan, hat kirin. Her wiha teqezî li ser pêwîstiya lêgerîna baştirkirina şêweyên civakîbûnê hat kirin.
"Ji bo pêşxistina vîna jin û ciwanan û kampanyaya hişyariya hunerî atolye hatin lidarxistin"
 Li ser bingeha vê lêkolînê, ji bo pêşxistina şiyanên jin û ciwanan û pêkanîna kampanyayeke hişyariya hunerî, atolyeyên herêmî hatin organîzekirin. Di çarçoveya sempozyûma ku di çarçoveya pabendbûna dewletê ya li ser pêwîstiya terxankirina hemû îmkan û şiyanan ji bo pêşîlêgitina tundrewiya tund hat lidarxistin, Rêvebera Giştî ya CREDIF Necla El-Elanî ji me re teqezî li ser girîngiya balkişandina rola jin û ciwanan li ser bingeha nêzîkatiya sosyo-psîkoloîk ku ji aliyê tîmeke pisporên Tûnisê ve hatiye peydakirin kir.
Der barê rêbazên lêkolînê de, Necla piştrast kir ku ji bilî analîza sosyolojîk û psîkolojîk, lêkolîna karmend di nava xwe de çalakiyên qada hişyariyê jî di nav xwe de dihewîne bi pejirandina dakêşana hunerî ya ku di stranek vîdyoyê ya bi navê ‘Zindî’ tê temsîlkirin, di hewldana domdar a CEDIF’ê de ji bo terbiyekirina xeyal bi wêneyên ku prensîbên aştiya civakî û çanda nehiştina tundiyê dike yek û li gorî nêzîkatiya tîmê lêkolîn û veguheztina zanîn û hilberînên zanistî di warê çandî û hunerî de ku digihîje beşên berfireh û çend kategoriyan.