Emîne ya di çalakiya nobeta “edaletê” de hat binçavkirin

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du zarokên wê hatîn qetilkirin û 7’an rojin di nobeta “edaletê” de ne hat binavkirin.

  
Riha - Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ji malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên xwe winda kir li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo doza edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dayî destpêkirin hat binçavkirin. Emîne Şenyaşar bi hinceta “bêmafî li peyîwirdarên cemaweriyê kiriye” hat girtin û birin Muduriyeta Polîsan a Rihayê.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, ji bo Emine Şenyaşar got, "Li ser îdiayekê ji bo îfada wê bigirin girtin binçavan. Ezê şopdarê bûyerê bim.” 
Çalakiya Ferit Şenyaşar ê di êrîşê de birîndarbûyî li ber edliyeyê dewam dike.