Emîne şenyaşar dengê xwe da: Dê guherînek çêbibe

Emîne Şenyaşar dema ku dengê xwe da banga xwedîderketina li dengan kir û got; “Bi îzna Xweda wê guherîn çêbibe.”

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê hevjîn û du zarokên Emîne Şenyaşar ji hêla xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû dengê xwe da. Malbatê li Dibistana Amadehî ya Keçan a Anadoluyê ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasiyê ya Pirsûsê dengê xwe da.

‘Li dengên xwe xwedî derbikevin’

Emîne Şenyaşar piştî dengê xwe da wiha got: “Li dengên xwe xwedî derbikevin. Em ji vê pêvajoya giran derkevin. Bi îzna Xweda wê guherîn çêbibe.”

Parlamenterê Partiya Çepa Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî ev peyam da û got: “Ji bo pêşerojeke demokratîk û ronî, me dengê xwe ji bo edalet û aştiyê da. Banga me ew divê her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li vîna xwe derbikeve.”