Emîne Kaya: Tirkiye ji bo jin û zarokan welatekî xeternak e

Aktîvîsta TJA’yê Emîne Kaya diyar kir ku bi betalkirina Peymana Stenbolê, hikûmetê ji bo jin û zarokan welatekî xeternak ava kiriye û wiha got; "Em biryara betalkirina peymanê qebûl nakin û heya ku vê biryarê paşve venekişînin em ê bertek û çalakiyên xwe bidomînin.”

Aktîvîsta TJA’yê Emîne Kaya diyar kir ku bi betalkirina Peymana Stenbolê, hikûmetê ji bo jin û zarokan welatekî xeternak ava kiriye û wiha got; "Em biryara betalkirina  peymanê qebûl nakin û heya ku vê biryarê paşve venekişînin em ê bertek û çalakiyên xwe bidomînin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Piştî betalkirina Peymana Stenbolê ya nêvî şevê bi Biryarnameya Serokomariyê hat ragihandin, gelek rêxistinên jinan, aktîvîstên mafên jinan û siyasetmedar bertekên xwe yên li ser mijarê didomînin. Têkildarî paşvekişandina peymanê, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Kaya got ku hikûmetê welat ji bo jinan aniyê rewşeke wisa ku lê nayê jiyîn. Emîne Kaya bi bîr xist ku Tirkiye yek ji yekem welatên ku peymanê qebûl kiriye ye, îmzeya ku duh bi serbillindî avetiye, paşvekişandina wê ya îro nayê famkirin.
“180 derece zivirîn”
Emîne Kaya wiha got, “Di wan deman de dixwest, propagandaya xwe bike û çavên gel girê bide. Niha, ew hem ji gotinên wê demê û hem jî ji peymanê 180 derece zivirî. Tu welatek din ê ku peyman îmze kir gavek ji vê paşve neavêt lê Tirkiyeya ku demên destpekê pesnê peymanê dida, niha paşve vegeriya. Jixwe xaleke peymanê jî di pratîkê de nehatibû pêkanîn. Her çendî ku ev pêvajo tê zanîn jî hikûmetê bi vê yekê eşkere kir u ji bo jin û zarokan welatek xeternaktir ava kiriye.” 
"Baweriya gel bi edalet û dewletê nemaye"
Emîne kaya bal kişand ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê wê şîdeta li dijî jinan û qetilkirina jinan a li Tirkiyeyê zêdetir bibe û bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: "Li welat şîdeta li dijî jinan di astên herî jor de ye û her ku diçe zêde dibe. Her roj bi navînî 3-4 jin tên qetilkirin. Em ev jinên ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest didin nahesibînin. Zilam û dijminên jinan vê yekê veguherandin fersendekê. Baweriya gel bi edalet û dewletê nemaye. Li hemberî ewqas kuştinan betalkirina peymanê nayê qebûlkirin. Dema ku tu îro lê binêrî sedemek mantiqî ya vekişîna ji peymanê yan jî ravekirinek vê heye yan na, bêguman tune ye. Têgihîştinek ava kirin û ji ber sedemên pir hêsan ji peymanê vekişiyan. Ew dixwazin bingehên hilbijartinên pêşerojê ava bikin."
"Em ê li qadan bin"
Emîne Kaya diyar kir ku hikûmetê gavek wisa ji bo kêfa mirovên ku ji hêza jinan aciz dibin avêtiye, di vê pêvajoyê yên ku hêzê bidin jinan dîsa jin bi xwe ne û banga xwedîderketina jinan a li hev kir. Emîne Kaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî jinên TJA’yê armanca rastîn a hikûmetê pir baş dizanin. Ew dixwazin li gorî xwe teşe bidin jinan, li kolanan, li her qadê li malê, jin bêdeng bimînin. Lê em rê nadin wan tiştan. Wekî jinên Kurd, parêzvanên mafên jinan, em ê her dem axaftina xwe ya li qadan bidomînin. Em biryara betalkirina peymanê qebûl nakin û heya ku ev ji vê biryarê vegerin em ê bertekên xwe bidomînin."