Emîne Şenyaşar: Zilim pire yê hesab bipirse nîne!
Emîne Şenyaşar 99 roj in bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê di nobetê de ye wiha got: " Zilm pir e lê kesê hesab bipirse tune ye!”
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz winda kirî bi kurê wê Ferît Şenyaşar re, li ber Edaliya Rihayê 99 rojin di çalekiya nobeta “edaletê” de ne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî ev tişt par kir: “Gotina tenê em edalet dixwazin têrê nake! Divê hin caran ji bo bêedaletiyê qaqubo bê kirin. Heke tu bibî şahidê bêedaletiyekê bêdeng nemîne. Ji bo parastina rûmeta mirovan divê meriv derkeve pêş. Qanûn pir in lê edalet tune ye! Dozger pir in lê cesaret tune ye! Zilm pir e lê kesê hesab bipirse tune ye! Daraz heye lê îrade tune ye...”