Emîne Şenyaşar û kurê xwe serbest hatin berdan
Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ên berî çalakiya nobeta “edaletê” hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Riha – Beriya serdana Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar ên berî despêkirina çalakiya nobeta “edaletê” hatibûn binçavkirin şevêdinê serbest hatin berdan.
Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dema ji qereqolê derketin li ber Edliya Rihayê çalakiya xwe domandin. Bi hinceta girtina rapora nexweşxanê polîsan xwestin Emîne Şenyaşar bibin nexweşxanê. Emîne bertek nîşanî polîsan da û got: “Bese êdî, em di ruyê vê dewletê de mirin. Hun çima li peyî me digerin? Herin kujeran darezînin. Bese êdî dev ji me berdin.”
Emine Şenyaşar paşê ji bo girtina raporê bi parêzeran re çu nexweşxanê.