Emîne Şenyaşar û kurê xwe hatin binçavkirin
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Rihayê, careke din hatin binçavkirin.
Riha – Lêgerîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, dewam dike.
Di roja 128’emîn a çalakiyê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên ji bo çalakiya nobeta xwe ya "Edaletê" diçûn Rihayê, di ketina bajêr de sekinandin û di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Heqareta li karmendê cemaweriyê” hatiye vekirin de careke din ew binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Balkêş e ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar beriya serdana Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê hatin binçavkirin. Di serdana Bûldan a Rihayê ya di 20’ê Gulanê de jî Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya “Heqareta li karmendê cemaweriyê” hatibûn binçavkirin. Piştî ku Bûldan ji bajêr veqetiyabû Malbata Şenyaşar hatibû berdan.