Emîne Şenyaşar û kurê xwe hatin berdan nobeta xwe didomîne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît ên li ber Edliya Rihayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan, cardin nobeta xwe li cihê mayî dewam dikin.

 
Riha - Emîn Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên di çalakiya “Nobeta Edaletê” de li ber Edliyeya Rihayê hatibûn binçavkirin, piştî demekê li Miduriyeta Şaxa Ewlehiyê rawestand û pişt re bêyî îfadeyên wan bigirin serbest berdan. Emîne û Ferît Şenyaşar piştî hatin berdan carek din çûn ber Edliya Rihayê û çalakiya xwe berdewam kirin.