Emîne Şenyaşar û kurê xwe 28 roj in li benda edaletê ne

Çalakiya "Nobeta edaletê" ya malbata Şenyaşar 28 roj in li bêr Edliyeya Rihayê didome.

 
Riha-Malbata Şenyaşar ji bo pêkhatina edaletê, 28 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobetê digre. Ji ber ku Emîne Şenyaşar nexweş bû, piştî çûyîna nexweşxaneyê malbat hat pêşiya edliyeyê. 
Li ser hesabê xwe yê twîtterê malbatê ev agahî parve kir: “Me îro dereng dest bi nobetê kir. Ji ber pirsgirêkên dayika min ên tenduristiyê me ew bir nexweşxaneyê. Bijîşk got ku bila li malê bêhna xwe vede. Di bin vê zilmê de em nikarin li malê bimînn. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi malbatî em rastî komkujiyê hatin. Dozger bi parastina kujeran dibin hevkarên sûc.”