Emîne Şenyaşar û kurê xwe 21 rojin di nobeta edaletê de ne

Çalakiya malbata Şenyaşar a ji bo bicihanîna edaletê di roja 21’emîn de li pêşiya avahiya Edliyeya Rihayê berdewam dike.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn û şer heta ber Nexweşxanaya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribû. Di encama êrîşa AKP’iyan de Hecî Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal jiyana xwe ji dest dabûn. Ferît Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbûn. Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û hêj girtî tê darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirine û 21 roj in didomînin.