Emîne Şenyaşar û kurê wê binçav kirin
Çalakiya ji bo edaletê ya ku Emîne Şenyaşar, di roja 17’emîn de li pêşiya Edliyeya Rihayê didomîne rastî dorpêça polîsan hat û paşê jî ew û kurê wê binçav kirin.
Navenda Nûçeyan- Polîsên ku hatin wê derê xwestin ji wir rabin û nehiştin ku rojnamger wêneyan bikşînin lê Emîne û kurê xwe diyar kirin ku heta daxwaza wan pêk were ew ê nobedariyê bidomînin. Polîsan gotin ku edliye avahiya dewletê ye û dest danîn ser sehpayên ku dovîzan danîbûn ser wan. Li ser vê yekê Ferît Şenyaşar got: “17 roj in em li vir in. Heta îro we çi ji me xwest me kir. Dema me nû dest bi çalakiya xwe kir em li nava edliyeyê bûn, we em ji wir derxistin. Ji niha û pê ve hûn me bikujîn jî em gavek paş ve naçin.”
Piştî nîvroyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo piştgiriyê serdana malbatê kirin.
Çawa ku heyet ji wir çû Emîne û kurê wê Ferît ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.