Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê didomîne

Parlamenterên DEM'ê Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê ya li Meclîsê berdewam dike ziyaret kirin.

Enqere- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 27’emîn de li Meclisê berdewam kir. Emîne Şenyaşar behsa serpêhatiyên xwe kir û şîn kir. 

Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) Burcugul Çubuk, Parlamentera Amedê Sevilay Çelenk û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe berdewam kir, ziyaretkirin.