Emîne Şenyaşar: Ma tu wijdan û merhameta we nîn e?
Malbata Şenyaşar a di roja 695’an de çalakiya Nobeta Edaletê didomîne xwest ku kujerwerin darazandin û wiha pirsî: “Ma tu wijdan û merhameta we nîn e?”
Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 695’an de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di saetên sibehê de hatin ber deriyê edliyê û bi pankarta li ser Edalet nivisye dest bi nobeta xwe kirin.
‘Malbata min tune kirin, digerin’
Emîne Şenyaşer destnîşan kir ku lawê wê Fadil Şenyaşar ev 5 sal e di qawîşek yek kesî de tê girtin û wiha got: “Bila lawê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Hemû bajar dizanin çima li em li vê derê rûniştine. Erdogan ev dû sal e li pişt ew zilma ku dike wê bi kijan rûyê were vêderê, bikuj li mala xwe rûniştî ne. Ma tu wijdan û merhameta we nîn e? Malbata min tune kirin û ji xwe digerin. Bi zilmeke mezin zarokên min kuştin.”
‘Êdî bes e’
Emine Şenyaşar pirs kir û got; ‘Lawê min li nexweşxaneyê kê kuşt? Kê dikan bi wan da tarama kirin’, çawa hîna dewlet bersûc ne girtine û wiha dom kir: “Em jî êdî nikarin, lingê min diêşe, çavê min nabîne, dayîkên we jî hene, êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe.”
‘Yê komkujî kiriye miltwekiliyê AKP û malbata wî ye’
Malbata şenyaşar li ser hesabê xw eya medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Tu bawerî vê bê edaletê qebûl nake, yê ku komkujiya nexweşxanê pêk anî wekilê @Akparti û malbata wî ne. 4 sal derbas bû dadger û dozgerê ku dibêjin em serbixwene li ku derê ne…”