Emîne Şenyaşar: Ma hûn min nabînin û nabihîsin?

Emîne Şenyaşar a dibejê "Hêsirên min hêj li erdê ne", careke din li ber Edliyeya Rihayê bang kir û wiha got: “3 sal in ez li vir rûniştî me, ma hûn min nabînin û nabihîsin?”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 724’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dest bi nobetê kirin. Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar axivî û got ku çalakiya wan ketiye sala 3’yan. Emînê Şenyaşar, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Li nexweşxaneyê ji malbata me 3 kes kuştin. Ew çawa dewlet û desthilat e? Bila qeydan qetilkirine derxînin da ku hemû kes bibîne. Ev 3 sal in ez li vir rûniştî me û hêsirên min hêj li erdê ne. Kurê min ev 6 sal in di hucreyê yek kesî de tê girtin. Heta edalet pêk neyê ez ê ji vir ranebim.” 

Emîne Şenyaşar, bal kişand ser lehiya ku ji ber erdhejên navenda wan Mereşê û baranên zêde yên duh bandorkerbûn û anî ziman ku berpirsyarê tiştên diqewîmin Serokomarê AKP’yî Erdogan e.

'Doza me heq e, edalet e'

Malbata Şenyaşar ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Li bajarê Pêxemberan di roja 724’emîn de zilma darazê berdewam dike. Doza me heq e, edalet e. Em gav bi gav nêzî rojên ku wekîlê AKP'ê yê ku li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê kiriye bê darizandin dibin.”