Emîne Şenyaşar li Amedê ye

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên nobeta “edaletê” dewam dikin serdana Baroya Amedê kirin û piştevanî xwestin.

 
Amed - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êriş kirin û di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de windakirî û kurek wê jî di girtîgehê de ne li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar rizgar bû ji 9'ê Adarê de ye li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 116’emîn de çalakiya xwe didome. Malbata Şenyaşar ê di çarçoveya serdanên piştevaniya hiqûqî de piştî Stenbolê hatin Amedê û di çarçoveya serdanê xwe de bi Baroya Amedê re hevdîtin pêk anî. 
“3 salin em li peyî edaletê ne”
Emîne da zanîn ku malbata wê wêran kirin e û zilmekê mezin li ser wan kirin e û got: “Hewşa edliyeyê ji me re qedexe kirin e lê em di tu şert û mercan de dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin. Ji ber daxwaza me ya edalatê me binçav dikin, gef li me tê xwarin û zext û zilm li ser me tê kirin. Lê belê em di vê rêya edaletê de dê hemû berdelan bidin. Li nexweşxaneyê qetlîam pêk hat, dîmenên nexweşxaneyê jê birin û li ser bûyerê girtin. Bila ew zilmê li me nekin. Sûcê kurê min jî tune ye ku wî jî xistin girtîgehê. Em 3 sal in li pey edaletê ne. Dê heta ku edalet bê cih em ê têbikoşin.”
Serokê Baroya Amedê Nadîr Eren jî axivî û got ew ê dê li gel malbata Şenyaşar bibin û wiha axivî: “Em bang dikin ku divê dosyaya malbata Şenyaşar bê ronî kirin. Divê biryarname bê serarest kirin û li gorî rêbazên hiqûqê bê tevgerandin. Bila dosya bê encam kirin û doz bê vekirin. Em ê li gel malbata Şenyaşar bibin û soza edaletê bibin.