Emîne Şenyaşar: Kujeran bigrin
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja xwe ya 653’an de berdewam dike. Di nobeta îro de got; ‘Lawê min berdin û kujeran bigrin.’

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 653’an de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ku her sibeh tê ber deriyê edliyeyê ji ber careke din cihê nobeta wan bi wesayîdên fermî hat girtin, pankarta li ser ‘edalet’ hat nivîsandin di destên xwe de girtin û li ber deriyê edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin.
‘Em ji vir naçin’
Emîne Şenyaşar di çalakiya nobetê de diyar kir ku heta lawê min bernedin em ji vê derê naçin. Bila lawê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ma wijdanê vê hikumetê nîn e? Di nava dikanê de gule li lawê min reşandin. Malbata min li nexweşxaneyê kuştin. Bila kesên ku lawê min û hevjînê min qetil kirin bên girtin. Çi bikin bila bikin ez ji vir ranabim.
Emîne Şenyaşar bal kişand ser lawê wê Fadil Şenyaşar ku ev 5 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin û wiha got: “3 kesên ji malbata min kuştin, qet nebe bila lawê min berdin. Çima kesên malbata min qetil kirin nagirin? Em daxwaza edaletê dikin ceza li me dibirin. Ma dîn û îmana vê hikumetê nîn e?”
‘Gel şahid e’
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev yek parve kir: “#Riha' 653 roj e ADALET di nava dest û piyan de ye. Li Rihayê rayedarên @Akpartiyê nikarin derkevin nava civakê... Gel şahidê vê bêqanûnî û zilmê ye. @akpartiurfa @UrfaValiligi @adalet_bakanlik” hat kirin.