Emîne Şenyaşar: Ji tirsa deriyan kilîd dikin

Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê Nobeda Edaletê didomîne got: "Ji tirsa deriyan kilîd dikin."

Navenda Nûçeyan- Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. 

Emîne Şenyaşar a ku ku tevî astengiyên polîsan jî çalakiya xwe di roja 76'an de berdewam dike, daxwaza xwe ya edaletê nû kir.

'Ji tirsa wezaretê kilîd dikin '

Emîne Şenyaşar got: "Heta edalet neyê ez ji vir dernakevim. Bila kurê min berdin, kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin, yê din xistin hucreyê. 6 sal in ez li vir im, nobedar im, qet şerm nakin. Merhameta wan tune. Polîs li dora min kom dikin. Bila kurê min berdin ez ê herim malê. Ew ji tirsa wezaretê kilîd dikin.”