Emîne Şenyaşar ji odeya xwe ya nexweşxaneyê çû Meclîsê

Emîne Şenyaşar a ku dawiya hefteyê emeliyat bû, piştî ku ji nexweşxaneyê derket ji bo çalakiya xwe ya edaletê bidomîne hat Meclîsê.

Navenda Nûçeyan-Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê di êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, piştî emeliyat derbas kiriye, ji nexweşxaneyê hat tabûrcîkirin. Emîne Şenyaşar li şûna ku bêhna xwe vede serê sibê hat li odeya kurê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar.

CARA ÇEREMÎN EMELIYAT BÛ

Emîne Şenyaşar a li vê derê daxuyaniyekî kurt da destnîşan kir ku ew piştî qetlîamê hertim nexweş dikeve û anî ziman ku ew ji roja çalakiyê daye destpêkirin heya niha 4 caran emeliyat derbas kiriye. Emîne Şenyaşar da zanîn ku piştî qetilkirina malbata wê, tu sûcê kurê wê Fadil Şenyaşar ê hatiye girtin nîn e, tevî hemû cîhanê vê yekê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dizane û wiha got: “Çima wisa dikin? Hinekî biwijdan bin û kurê min berdin.”

Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim

Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku ew hêj jî çav li  riya kurê xwe dike û wiha pê de çû: “Dema mirov emeliyat dibe, diçe nav zarokên xwe. Lê belê ez naçim, ez ê li Meclisê bim. Serokê Meclisê soz da min. Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim. Bila zarokê min berdin, da ku ez jî biçim li mala xwe. Êdî wan em jî kuştin, bes e.”