Emîne Şenyaşar: Ji bilî zilmê tiştekî din nizanin

Malbata Şenyaşar 157 roj in li ber Edliyeya Rihayê ne. Emîne Şenyaşar a ku daxwaza edaletê kir bi van gotinan bertek nîşanî bersivnedana bangên xwe da "Gelo wekîltî qetilkirina mirovan a li nexweşxaneyê ye?"

Riha- Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Di roja 157’emîn a çalakiyên xwe de, malbat serê sibê hatin li ber avahiya ku wekî qada "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê binavkirin, pankartên xwe daliqandin û dest bi nobedê kirin.,
Emîne Şenyaşar careke din bi bîr xist ku ji malbata wê 3 kes hatine qetilkirin û bi van gotinan bertek nîşanî tiştên qewimîn da:
"Kurê min ê din jî xistin girtîgehê. Yên ku komkujî pêk anîn bi awayekî serbest digerin. Gelo wekîltî ew e ku mirovan li nexweşxaneyê qetil bikin? Gelo hatiye dîtin ku li nexweşxaneyê mirov bi guleyan hatine kuştin? Wekîltî bi vî rengî dibe gelo? Ji bilî zilmê ev bi tiştekî din nizanin. Ez nexweş im, bêhal im. Bila kurê min berdin. Gelo qet rehm û wijdan nîn e? Ger ez bimrim jî bila li vir bimrim." 
 “3 sal in doz nehatiye vekirin” 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya civakî ev peyam parve kir: "Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin kuştin. 3 sal in dozek nîn e. Navê li vir Qesra Edaletê ye lê di nava qesrê de hiqûqa serdestan li ser kar e. Bi dayika ku dilê wê şewitî ye em têkoşîna xwe ya ji bo edaletê di roja 157'an de berdewam dikin."