Emîne Şenyaşar: Ez kurê xwe yê sê sal in di hucreyê de ye dixwazim
Çalakiya nobedê ya ji hêla malbata Şenyaşar ve bi daxwaza “edaletê” hat destpêkirin di roja 125’emîn de didome.
Çalakiya nobedê ya ji hêla malbata Şenyaşar ve bi daxwaza “edaletê” hat destpêkirin di roja 125’emîn de didome.
Riha - Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 125’emîn de didome. Malbat, ji ber ku îro dawiya hefteyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirine: “Ma ez ne dayik im! We hevjînê min û du lawê min li nexweşxaneyê qetil kir.. Ji bo edalet were pêkanîn em ji rayedaran dixwazin ku guh bidin daxwaza me...” parve kirin.