Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edaletê li vir im

Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê di roja 104’an de berdewam kir. Emîneyê got: “Ez duh ji bo edeletê li vir bûm îro jî li vir im. Bila roja din deynê min be ger bijîm ez ê dîsa bêm. Heta ku edelet bê.”

Enqere-Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 103’yan de didome.

Emîne Şenyaşar  careke din bang li serokomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan kir û got bila kurê wê yê girtî bê berdan û got: “Ez duh ji bo edeletê li vir bûm îro jî li vir im. Ez ê roja din jî bêm. Heta ku edalet bê.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergeroglu çû serdana Emîne Şenyaşar da zanîn ku dayikên aştiyê jî dixwestin bên serdana Emîne Şenyaşar lê polîsan asteng kirine. Omer Faruk Gergeroglu da zanîn ku daxwaza Emîney Şenyaşar ya hevdîtina bi wezareta dadê re her tim tê redkirin û got: “Fadil Şenyaşar girtiye. Daraza bê edelet didome. 100 roj derbas bû ev dayik hîna li vir e. Ev desthilatdarî deng nabihîze.”