Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim

Ji cihê Nobeda Edaletê ya ku 744 roj in berdewam dike, Emîne Şenyaşar wiha got: “Yên ku malbata min qetil kirin ne ketin girtîgehê û ne jî hatin cezakirin. Ez dixwazim kurê min di vê cejnê de were berdan. Dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim.”

Riha-  Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû di roja 744’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li pêşiya pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta xwe domandin.
‘Yên ku endamên malbata min qetil kirin ceza negirtin’
Emîne Şenyaşar diyar kir ku tevî meha remezanê jî li ber deriyê edliyeyê ne û wiha axivî: “Em nikarin fitara xwe li malê vekin. Her kesê xwedî wijdan tê vê derê û fitara xwe bi me re vedike. Heta edalet pêk bê em ê li vir rûnin. Min par hemû rojiya xwe li vir girt. Ev bû 6 sal ku kurê min di hucreya yekkesî de tê girtin. Ma ew rewşa me nabînin? Ma dengê me nabihîsin? Ma ew kor in? Du kurên min û hevjînê min qetil kirin û kurekî min jî xistin girtîgehê. Hem dewlet û hikûmet û hem jî hemû cîhan bi rastiyê dizanin. Malbata min parçe kirin. Yên ku malbata min qetil kirin ne ketin girtîgehê û ne jî hatin cezakirin. Ez dixwazim kurê min di vê cejnê de were berdan. Dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim.” 
Roja parêzerên ku li dijî neheqiyê bêdeng nebûn hat pîrozkirin
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Pêvajoyek ku bi têkoşîneke mezin a li dijî neheqiyên mezin derbas dibe, bi dawî dibe. 39 rojên dawî. #5NisanêRojaPazêran li hemû parêzerên bi rûmet ên ku li hemberî neheqiyê bêdeng namînin pîroz be. #Emêbihevreqezencbikin