Emîne Şenyaşar: Ev du sal in zilm li min tê kirin

Malbata Şenyaşar nobeda Edaletê ya ku dabû destpêkirin di roja 716'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar li nobedê axivî û got, "Ev 2 sal in ez rastî zilm têm."

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 716’emîn de didome.

Malbata Şenyaşar ku ji Pirsûsê hatin Edliyeya Rihayê, li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nivîsîbû dest bi nobetê kirin.

Li ser navê Şenyaşarên ku di çarçoveya çalakiya "Di pencereya xwe de mûm vêxin" ku ji bo kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane dest bi çalakiya nobedê kir û li ber Rihayê li benda edaletê ye, li ser navê Şenyaşariyan Ferît Şenyaşar axivî û balkişand ser 8’ê Adarê û wiha axîvî:”Her kes vê neheqiyê dizane, her kes dibîne. Dadgeriya ku ji dadmendiyê berpirsyar e, bêçare maye û nikare erka xwe pêk bîne. Ew cîgirê hikûmeta niha ye ku du zarokên vê dayikê û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin. “Dadgeh erka xwe pêk nayîne ji ber ku xwe li pişt serokkomar vedişêre.

Di 9'ê Adarê de, Nobeda Edaletê wê di sala xwe ya duyemîn de be

Şenyaşar, anî ziman ku çalakiya Nobeda Edaletê dê sibe bibe sala xwe ya duyemîn û got:” “Têkoşîna Dayika Edaletê di pirtûkekê de hatiye weşandin û bûye mijara belgefîlm. Ev belgefîlm di festîvalên navneteweyî de tê nîşandan. Sibe saet di 14.00 de li salona konferansê ya Baroya Rihayê Tahîr Elçî dê sala duyemîn a pêşandana belgefîlma têkoşîna dayikan bê lidarxistin. Em li benda hemû saziyên sivîl ên hestiyar û welatiyan in.”

Emîne Şenyaşar got, “Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Ev 2 sal in ez li vir dijîm, zilm li min kirin, çend caran tundî li kurê min kirin. Bila hemû cîhan bibîne zarokên min çawa hatin qetilkirin."