Emîne Şenyaşar: Di nexweşxaneyê de mirov nayên kuştin."

Emînê Şenyaşar ku di çalakiya nobeda edaletê de axivî got:” Di nexweşxaneyê de mirov nayên kuştin, bila kujer bên cezakirin."

Riha - Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn di roja 840’an de berdevam dike. 

‘Ger edalet pêk neyê ezê li ber Wezareta Dadê rûnim’

Di çalakiyê de dayik Emîne Şenyaşar axivî. Şenyaşarê bi lêv kir ku zêdetirî 2 sal in tevî berf, baran, sîr û seqam û germahiya havînê ew li ber edliyeyê di çalakiya nobeda edaletê de ne û ev tişt anîn ziman: "Em li hêviya edaletê ne. Bila kurê min were malê, bila edalet pêk were. Di 18'ê tirmehê de doza me li Meletiyê heye, banga me ev e ku bila hemû kes werin piştgiriya me bikin û me bi tenê nehêlin. Edî bes e, bila kurê min berdin. Heke kurê min bê berdan, ez ê biçim mala xwe lê heke edalet pêk neyê ez ê biçim Enqereyê, li ber Wezareta Dadê rûnim. Heta kurê min neyê berdan ez dev ji çalakiya xwe bernadim. Hemû kes bi zilma ku li me hatiye kirin dizane. Çima kujeran nagirin? Bila hemû kujer bên girtin. Malbata min belav kirin, qeydên wan hene çima qeydan dernaxin. Di nexweşxaneyê de mirov nayên kuştin, bila kujer bên cezakirin."