Emîne Şenyaşar bi hinceta 'heqaretê' hat darizandin

Emîne Şenyaşar a der barê wê de bi îdiaya di axaftinek xwe ya li Nobeda Edaletê de heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî kiriye doz vekir, wiha got: “Bi gelek dem derbas bû û ew gotin nayên bîra min. Lê baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatin kuştin.

Riha- Danîşana doza der barê Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên wê qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû de, bi hinceta “heqaretê” lê hatiye vekirin hat dîtin.

Yekemîn danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar de ji ber axaftinên ku di roja 345’emîn a çalakiyê de (16’ê sibata 2022’yan), bi îdiaya “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye” doz hate vekirin, li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate dîtin. Emîne Şenyaşar, kurê wê Mehmet Şenyaşar û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. 

‘Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin’

Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Emîne Şenyaşar da zanîn ku dê parastina xwe bi kurdî bike. Dadger, pirsên weke “Hûn zewicî ne?” û “Çend zarokên we hene?” ji Şenyaşar kir. Şenyaşar jî bi vê bersivê bertek nîşanî van pirsan da: “Hevjîn û du zarokên min qetil kirin. Xwestin yê din jî qetil bikin.” Piştre jî Şenyaşar têkildarî tawanbariyên tên kirin wiha got:

“Ez dermanan bi kar tînim, kurê min ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Heta ku dermanan bi kar neyînim nikarim bi şev razêm. Bi ser re gelek dem derbas bû û ew gotin nayên bîra min. Lê baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.”

Rapora pisporê serbixwe hat xwestin

Parêzer Hîdayet Enmek jî got ku girteka bûye sedema lêpirsînê ji hêla polîsekî sivîl ve hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku rapora kesê pispor a serbixwe bê amadekirin. Di navbera gilîker û miwekîla min de dijminatî heye. Em dixwazin doza ku li Meletiyê tê dîtin li ser UYAP’ê were standin. Xizmên muwekîla min ji hêla xizmên gilîker ve hatine kuştin û birîndarkirin. Li gorî me heke dosya li vir bê zêdekirin dê darizandin jî sûdê jê bigire. Em ê piştî mutalaayê parastineke berfireh bikin.”

Divê li benda encama dosyaya sereke bêsekînandin

Parêzerê Malbata Şenyaşar Alî Arslan jî wiha axivî: “Dema heqaret bi kiryareke nehiqûqî re were kirin, daxistina ceza dikare were û biryar tê dayîn ku li gorî CMK’ê 223/4-c hewcedarî bi cezakirinê nîne. Lewma divê li benda encama dosyaya sereke ya Meletiyê bê sekînandin."

Dadgehê jî daxwazên parêzeran esas girt û ji bo dozger mutalaaya xwe amade bike danişîna dozê taloqî 29’ê mijdarê kir.

Nobeda Edaletê berdewam kir

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên wê qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû, nobeta edaletê ya li pêşiya Edliyeya Rihayê da destpêkirin, berdewam kir. Emîne Şenyaşar a ku piştî danişînê çû edliyeyê, nobeda xwe di roja 820’emîn de didomîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 9’ê adara 2021’an roja Nobeta Edaletê dest pê kirî heta niha bi heman hincetan derheqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji van lêpirsînan 10 jê veguherîn dozan