Emîne Şenyaşar bê rawestan çalakiya xwe didomîne
Li gel ku Emîne Şenyaşar nexweşe û serum di çengê wê deye jî li cihê nobeta edaletê çalakiya xwe didomîne.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 241’an de dewam dike.
Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê berê xwe dan ber edliyeyê. Ji ber nexweşiya tansiyonê Emîne rakirin nexweşxaneyê. Ligel hişyariya bijîşkan a ku divê du rojan behna xwe vede, Emîne bi serûma di milê xwe de berê xwe da cihê çalakiyê. Li ber Edliya Rihayê çalakiya xwe didomîne.
Dê îro saet 13.00’an bi tevlîbûna parezer û endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê derbarê çalakiyê de agahiyê bidin raya giştî.