Emine Şenyaşar bang li baroyan kir û got: “Em li hemberî zilmê bêdeng nebin”

Çalakiya “nobeta edaletê” ya Emine Şenyaşar ya sê kes ji malbata wê qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re dayî despêkirin di roja 64’an de dewam dike. Emîne bi gotina: “Em li hemberî vê zilma bi rêya hiquqê tê kirin bêdeng nemînin” bang li hêzên demokratîk û baroyan kir.

Riha - Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman bûyerê de birîndarbûyî nobeta edaletê di roja 64’ê de didomînin. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê mediyayê got: “Em di roja 64’an a çalakiya xwe de bang li hemû hêzên demokrat û baroyan dikin, em li hemberî zilma bi rêya hiquqê tê kirin bêdeng nemîn in. Werin em bi hev re tundiya siyasi ya li ser dadgehê bişkênin.”