Emîne Şenyaşar: Adil û Celalê min girtin, bila Fadilê min bidin

Malbata Şenyaşar 121 roje li ber Ediliye ya Rihayê di nobeta “edaletê” de ne, her diçe piştevanî û ziyaretciyên wan zêde dibin.

Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 121’emîn de çalakiya xwe didomînin.
Malbata Şenyaşar 121 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike, weke her roj îro jî Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar dowîzan danîn erdê û daxwaza edaletê kirin. Cîgirên Serokên Giştî yên Partiya Pêşerojê Ganî Torûn û Serkan Ozcan û gelek rêveberên vê partiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin. 
Emîne Şenyaşar zehemtiyên xwe yên sê salan bi rondikên çavan anî ziman û got: “Em kengê bikevin avahiya edliyê tên binçavkirin. Di nexweşxanê de komkujî kirin, dîmen sîl kirin û dîwarên nexweşxanê boye kirin. Kurê min di girtîgehê de ne, 37 sal ceza danê. Ev 3 salin di hucreya yek kesî de ne. Ji bo kurê min 150 sal ceza xwestin. Ez dixwazim kurê min serbest bê berdan. Adil û Celalê min girtin, bila Fadilê min bidin. Ev dewleta zilmê ye.”