Emîne Şenyaşar a 46 rojin di çalakiyê dene dê gilî bike

Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferît ji ber qedexeya derketına derve çalakiya xwe ya nobeta "edaletê" di roja 46'emin de li malê dewam dikin.

Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildız de hevjîn û du lawên wê jiyana xwe ji dest dan û kurek wê hatî girtin û cezakirin li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo Edaletê li ber Edliya Rihayê di 9’ê Adarê de dest bi çalakiyê kiribûn. Di roja 46'emin de ji ber qedexeya derketina derve li malê çalakiya xwe berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha gotin: "Ji ber qedexeya derketina derve têkoşîna me li malê berdewam dike. Heyeta ku dibêje bila biryara nepenîkirina dosyayê bidome dibe hevkarê sûc. Em ê îro bi rêya CÎMER'ê ji gilî bikin. "