Emîne Şenyaşar 92 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê wê hatîn qetilkirin li ber Edliya Rihayê di roja 92’yemîn de dewam dike.
Riha - Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê di roja 92’yemîn de nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin. Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de, hat ber edliyê û li ber bendên edliyê bi dowîzên “Edalet” li ser nivîsandibûn dest bi nobeta xwe kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya ya civakî hesabên twîtterê yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezareta Dadê û Walîtiya Rihayê yên fermî nîşan kir û ev parvekirin kir: “Li Meclîsê parlamenterekî destê xwe radike û datîne (Îbrahîm Halîl Yildiz) heye! Mantiqa 'dozger bi her awayî di destê me de ne, kes nikare dest me bide' ev sê sal e li Rihayê tê sepandin. Li Nexweşxaneya dewletê komkujî heye!”