Emîne Şenyaşar 84 rojin “edaletê” dixwaze

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 84 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne.

Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 84’emîn de dewam dike. Li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeta "edaletê" ya malbata Şenyaşarê didome. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, 84 roj in li ber edliyeyê doza edaletê dikin û dixwazin berpirsiyarên ku bav Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî kuştin bên darizandin. 
Malbata Şenyaşarê di roja 84'an a çalakiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal de karîkatureke bi têmaya "edaletê" parve kir û got: "Em di roja 84'an de li ber edliyeyê dipirsin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kî 3 mirovên me kuştin? Heya edalet pêk neyê em ê li vir bipirsin. Em ê BÊDENG NEMÎNIN..."