Emîne Şenyaşar 77 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurê wê hatine qetilkirin û ji bo “edaletê” bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 77 rojin di nobetê de ne got: “Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye.”
Riha - Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di roja 77’an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku îro jî serê sibehê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt par kiriye: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Bila rayedarek rabe û bibêje, ‘tiştek wiha pêk nehatiye’. Em ê jî biçin mala xwe. Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye. Têkoşîna me ya EDALETÊ heta ku bersiv bibînê dê bidome… Em ê bêdeng nebin.”