Emine Şenyaşar 70 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne
Emine Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî li gel kurê wê Ferît Şenyaşar 70 rojin di çalakiyê de ne.
Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe di roja 70’an de dewam dikin.
Malbatê di hesabê xwe yê Twitterê de got: “Li ber qesra edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê berdewam dike. Heta ku dozger derbarê 23 kesên tevli komkujiya li nexweşxaneyê bûne karûbarên yasayî dest pê neke, wê çalakiya me li ber edliyê bidome. Em mexdûrê komkujiyê ne. Em tenê edaletê dixwazin.”