Emine Şenyaşar 63 rojin ji bo “edaletê” di çalakiyê dene

Çalakiya “nobeta edaletê” ya Emine Şenyaşar ya sê kes ji malbata wê qetilkirin û yê çare jî di girtîgehê dene di roja 63’an de dewam dike. Heta niha ne ji dozgeran ne jî ji berpirsên hikumetê deng derneketiye.

Riha - Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizim û parêzvanên parlamenterê AHP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman bûyerê de birîndarbûyî nobeta edaletê di roja 63’ê de didomînin. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê ve li mala xwe ya Pirsusê çalakiya xwe dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê mediyayê dîmenê bûyerê weşand û ji Twitter a Wezîrê Dadê re şand û got: “Tu li ku yê, bi me bidin bawerkirin ku li Tirkiyê EDALET heye. Bila dozger li gorî telumatan neçin, zagonan têxin meriyetê. Êdî yên di nexweşxanê de suc kirine darezînin.”