Emîne Şenyaşar 38 rojin çalakiya “edaletê” dewam dike
Emîne Şenyaşar a du kurên wê û hevjînê wê hatî qetilkirin û kurê wê yê dinê jî girtine û ceza dayînê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 38 rojin di çalakiya “edaletê” de ne.
Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirî ji 9’ê Adarê ve li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne.
Emîne Şenyaşar a bi xwe re dovîzên li ser dîmen û nivîsên girêdayî qetluamê aniye li devê deriyê Edliyeyê kî dikeve hindir nîşa dide.