Emîne Şenyaşar 32 rojin li ber Edliyeya Rihayê “Edaletê” dixwaze
Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê 32 roj in li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dewam dike.
Riha - Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin, di roja 32’yemîn de dewam dike.