Emîne Şenyaşar 29 rojin ji bo edaletê runiştiye

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe windakirî 29 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digire.

Riha - Emîne Şenyaşar ku Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz bi xizm û parastvanên xwe hevjînê wê û 2 kurê wê kuşt bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 29 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin. Li gel nexweşiyên xwe jî Emîne Şenyaşar tê ber edliyeyê û nobetê dewam dike. Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê mediyaya civakî ev agahî par kir: “Têkoşîna me ya EDALETÊ ya li ber Edliyeya Rihayê di 29’emîn de didome. Em li benda daxuyaniya bi hevokekê ya Wezîrê Edaletê ne. Li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê sûcê mirovahiyê pêk hatiye. Rayedar sergirtina bûyerê didomînin.”