Emîne Şenyaşar 274 roj in daxwaza “Edaletê” dike

Emîne Şenyaşar a li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza edaletê 274 roj in çalakiya xwe didomînin wiha gotin: “Kesên edaletê tune dikin, mehkûmê tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye.”

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja xwe ya 274’an de berdewam dike. Malbatê ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê 42 kîlometre rê girtin û hatin ber edliyeyê, bi dovîzê "Em tenê edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin. 
"Kesên edaletê tune dikin, mehkûmê tunebûnê ne"
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya yê ev parvekirin parvekir: "Di rojevê de bihabûn heye. Bi awayekî dikare bi serî vê re bê derxistin. Ji bo parastina alîgir û parlamenterên xwe we darazê jî tune kir. Bingeha dewletê edalet e. Kesên edaletê tune dikin, mehkûmê tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye."