Emîne Şenyaşar 23 rojin ji bo “edaletê” runiştiye

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît 23 rojin ji bo “edaletê” li ber Edliye ya Rihayê runiştî ne.

Riha - Beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û di êrişê de Hacî Esvet û lawên wî Adil û Celal jiyana xwe ji dest dabûn û Fadil Şenyaşar jî bi giran birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne û Ferît Şenyaşar bi vê çalakiyê dixwazin edalet pêk were û Fadil Şenyaşar tavilê were berdan. 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ên li ber Edliye ya Rihatyê di çalakiyê dene li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got: “Dozgerê dosyeyê hevdîtinê bi me re qebûl nake, her çiqas alîgirê zalim û yên bi hêz be… Ji ber em edalet dixwazin 3 caran li ser fermana Serdozgeriyê me binçav kirin, lê her çiqas me binçav bikin jî… Em ê bispartina edaleta Xwedê li ber xwe bidin. Di roja 23’yemîn de daxwaza me ya edaletê berdewam dike.”