Emîne Şenyaşar 20 rojin ji bo “edaletê” di nobetê dene

Malbata Şenyaşar bi daxwaza bicihanîna edaletê 20 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê di çalakiyê dene.

 

Riha - Li Pirsûsa Rihayê di 24’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz hem li cihê kar, hem jî dûre li nexweşxaneyê êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de bav û du kurên wî hatibûn qetilkirin. Ji ber ku tevî du sal di ser bûyerê re derbas bûye û sûcdar nehatine darizandin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît 20 roj in li pêşiya edliyeyê ji bo bicihanîna ‘edaletê’ nobedariyê dikin. 

'Dê hesabê vê yekê hebe’

Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtiye, malbata Şenyaşar nêzî avahiyê çalakiya rûniştinê didomînin. Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev parve kirin: “Cihê me yê kar şewitandin, nexweşxaneyê kirin gola xwînê. Dê hesabê qetliama li nexweşxaneyê were dayîn... Em dizanin sûcdar kî ne. Parlamenter û malbata wî ne. Em ê bi qasî axê zarokên ku sêwî mane bi edalet bin. Daxwaza me ya ji bo EDALETÊ di roja 20’an de berdewam dike...”