Emîne Şenyaşar 115 rojin ji bo “edaletê” dirune

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 115 rojin di çalakiya “edaletê” de ne.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êriş kirin û di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de windakirî û kurek wê jî di girtîgehê de ne li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar rizgar bû ji 9'ê Adarê de ye li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 115’emîn de çalakiya xwe didome. 
Emîne û Ferît Şenyaşar ku wek Malbata Şenyaşar tên zanîn li ber Edliyeya Rihayê 115 roj in nobeta “edaletê” didomînin. Dayik û lawê xwe wek her roj hatin ber edliyê û dest bi nobetê kirin. Malbatê dowizên “Dayikek 115 roj in li ber Qesra Edaletê ya Rihayê nobeta edaletê digirin. Du law û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlamenter di nava komkıujiyê de ye 3 sal in doz nayê vekirin” danîn erdê. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin belav kir. Li ser wêne jî ev nivîs hat nivîsandin: “Bavê wan çû hewarê lê hat qetilkirin. Li Nexweşxaneya Dewletê komkujiyê bike, pişt re jî li pişt alê poz bide! Al nirxa hevpar e. Ne ji bo komkujî were niximandin! Her kes di ferqa her tiştî de, EDALET teqez e. Wê rojek were peydekirin.” 
Malbatê di tiwîtê de hesabên Wezareta Tenduristiyê, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir.