Emîna Mihemed: Di pergalên xwarinê de rola jinan girîng e

Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Emîna Mihemed li sûka cotkaran a Romayê bi jinan re civiya û rola jinan di çandiniyê de destnîşan kir.

Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Emîna Mihemed li sûka cotkaran a Romayê  bi jinan re civiya û rola jinan di çandiniyê de destnîşan kir.
Navênda Nûçeyan - Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Emîna Mihemed li sûka Romayê ya cotkaran di 24'ê Tîrmehê de bi karbidestên Neteweyên Yekbûyî re geriya û bi Enandera Taybet a Civîna Pergalên Xwarinê Agnes Kalibata re ziyareta standên hilberên jinan kirin ku armanca vê ziyaretê zêdekirina zanebûna ji bo kedê ku hilberînerên jin didin her wiha diyarî hewcedariya lezgîn di têkoşîna li ser vîrusa korona kir.
"Cotkarên jin ji ber tunebûna çavkaniyan û gihîştina agahdariyê tên sînorkirin"
Seroka Rêxistinên Cotkarên Efrîkî Elizabeth Nsimadala got: “Cotkarên jin ji ber tunebûna çavkaniyan û gihîştina agahdariyê tên bi sînorkirin, piştgiriya jinan bi jêhatîbûn, amûr û rahênanê ji bo baştirkirin pergalên xwarinê heye."
Konferansa Civîna Sîstemên Xwarinê, sibê 26'ê Tîrmehê dest pê dike û dê sê rojan bidome, ku zêdetirî 100 welatan delegeyan bîne ba hev, bi armanca pêşkêşkirina nêzîkatiyên zanistî û nêzikatiyên bingeh, delîl, nîqaşkirina awayên veguhestina pergalên xwarinê ji bo çareserkirina birçîbûn, hejarî û  guherîna avhewa û newekheviyê.
Her wiha Konferans ji bo Civîna Sîstemên Xwarinê di meha Septemberlonê de were lidarxistin ku li kîjan aktorên cur be cur dê ji çar aliyên cîhanê bicivin, bi armanca hilgirtina hêza pergalên xwarinê.