“Emê xebatên jinan bigihînin hev û têkoşînê gerdunî bikin”
Ji delegeyên konferansa jinan nûnera Kongra Star a Lubnanê Esmîhan Elî diyar kir ku ewê ji niha û şonde li ser encamên ji nirxandinên jinan ên du rojan derketî bixebitin û dê hîn zêdetir xwe bigihînin jinan.
TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Beyrut – 2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li paytexta Lubnanê Beyîrudê bi beşdariya 100 delegeyan hat lidarxistin û du rojan dom kir. Di konferansê de jinên ji gelek welatên cuda li hev kombûn û têkoşîna jinên welatên xwe bi hev re par kirin. Nûnera Kongra Star a Lubnanê Esmîhan Elî jî têkoşîna jinên Lubnanê nirxand.
“Me jinan hemû astengî derbaskirin û xwe gihand hev”
Esmîhan Elî giringiya kombûna jinan di konferansê de wiha anî ziman: “20 jinên Lubnanî, 4 jinên Filistinî jî di navê de gelek jinên demokrat û çalakvanên di nava saziyên civaka sivî de cîh digirin beşdarî konferansê bûn. Van jinên xwedî tecrubeyên mezinin gelek mijarên cûda yên weke pirsgirêkên sîyasî, aborî û li hemberî çareseriya wan rêgiriya coronayê nirxandin kirin. Ev li her welatî bi heman şêweyîne, li welatê Lubnanê jî hema pirsgirêk tên jiyîn ji bo wê herî zêde di vê konfeansê de pêdivî bi têkoşîna hevpar a jinan hat dîtin. Bi van pirsgirêkan hewildan li darxistina vê konfaransê jî asting bikin û rêgiriyê bikin. Lê belê hêza jinan ji astengiyên wan mezintirbû û li gel hemû rêgiriyan jî jinan xwe gihandin hev.”
Esmîhan Elî bal kişand ser têkoşîna jinên Lubnanê û wiha dom kir: “Lubnan welatek ê Rojhilata Navîne û navendek vekiriye ji fikrên demokratîk re. Di heman demê de cihê xebata Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel jinên têkoşer yên weke Sakine Cansiz û gelek têkoşerên dine. Ji ber vê yekê Lubnan bi navenda Fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nasîn.
Armanca vê konfaransê û jinên Lubnanê derxistina hêza jinê li Rojhilata Navîn ku wê bikare têkoşînê bike. Jinên Lubnanê hewil daye ku hêza têkoşîna jinan derbixe holê û ew zehmetiyên ku jinên Kurd rastî tên pêşengtiyê wê têkoşîna ku jinên Rojava encam deye bikin. Em dixwazin jin serkêşiya şoreşê bikin, ne di bin bandora fikrê mêrsalarî de bi fetisin û tunditujiyê bipejirînin. Hewceye em li hemberî van hemûyan têkoşîna jinan bigihînin hev û mezin bikin.”