“Emê li hemberî gef û êrîşan bêdeng nebin”

Mecilîsa malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ji bo gefên dewleta tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê daxuyanî da.

 
Şehba- Mecilîsa malbatên Şehîdan a Şehbayê ji bo gefên dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyanî de endamên Mecilîsa Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehba, Kongreya Star û Yekîtiya Êzîdiyên herêma Efrînê tê de amade bûn. Daxuyanî li gundê Til Qirah pêşiya navenda malbatên şehîdan ya girêdayî navçeya Ehdas ê hat dayîn. Di daxuyanî de alên malbata Şehîdan û wêneya kumkojiya bajaroka Til Rifetê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Mecilîsa malbatên Şehîdan Avdar Xelîl ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Berdewamkirina gefan li ser tecrûbeya rêveberiya xweseriya demokratîk a tekane di vê serdemê de armanca wan ew e ku belavkirina rêveberiya civakî di berxwedaniya gel de li Bakur û Rojhilatê Suriyayê ye. Gefên li ser herêma Şehbayê bi taybet navçeya Til Rifetê, ev jî dihêle ku çete û terorîst bibin metirsiyek li ser pêşeroja gelê herêmê û cîhanê.
Encama wan kiryarên terorîst xuya dibe ku bi niyazên xwe yên eware bêyî nirx û exlaqê civakî derdikevin. Armanca girtina rê li hember hêvî û daxwazên mirovahiyê ber bi guhartin û pêşketina rêgeha demokrasiyê, negihandina civakê ji bo rêgeha xwezayî ye.
Li vê derê em weke endamên meclîsa malbatên şehîdan, em soz didin şehîdên xwe, Rêber Apo û zarokên gelê xwe, em ê li ser doza rêya zarokên xwe venegerin, bi berxwedanî û tolhildanê heta pêkanîna serkeftinek misoger bikin. Her wiha em bangewaziya desteya Neteweya Yekbûyî û tevahî rêxistinên hiqûqî li cîhanê dikin. Bangewaziya me ji tevahî rûmetvanên herêma me û bi taybet cîwarên hêza demokratîk a Turkiyeyê û netewa îslamî bi gelemperî, sekinandina li hember zordarê Erdoxan û gefên wî yên rojane bisekinin. Her wiha pêşkêşkirina piştgirî û piştevaniya têkoşîna gelê me di azadiyê de ji bo gihandina avakirina sîstema herî demokratîk ku hezkirin û aşîtî bikeve navbera neteweyên derçûn."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê" bi dawî bû.