‘Emê li dijî tecrîtê fikre Abdulah Ocalan belav bikin’

Jinên Derezorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Ji bo rakirina tecrîta li ser Rêber Ocalan êmê fikir û felsefeya wî belav bikin.”

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Çalakiyên ku li gelek welatan li dijî tecrîda mutleq a dewleta Tirk ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, dewam dikin. Di çalakiyan de daxwaza fîzîkî azadiya Abdulah Ocalan û ji bo pirskirêka Kurd çareseriya demokratik tê xwestin. Hevseroka Meclisa Şehîd Ebûd El-Lehda ya bajarê Dêrazorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayşe El-Helef û Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Reem El-Rawam têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk ji ajansa me re nirxandin kirin..

‘Hêzên ku Rêber Ocalan dikin hedef ên ku demokrasiye naxwazin e’

Ayşe El-Helef diyar kir ku dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ku ji derveyî hiqûq û mirovahiyê ye didomîne û got:"Ev helwest binpêkirina eşkere ya peyman û qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye." Ayşe El-Helef, tecrîdê weke xiyaneta li nirxên mirovî û prensîbên demokrasiyê yên ku piştgirî û baweriya wan pê heye, nirxand û wiha got:

“Di navbera pevçûnên li Rojhilata Navîn û tecrîda li ser Rêber Ocalan de rasterast têkiliyek heye. Rêber Ocalan yekem rêber e ku hemû gelan bi Sîstema Neteweya Demokratîk di bin banekî de kom dike. Heya aniha me Rêberek wiha ne bihîst ne jî dît. Taybet armanca wî ewe ku li rojhilata Navîn aşitiyê belav bike. Yên ku Rêber Ocalan hedef digirin hêzên navneteweyî ne ku azadî û demokrasiyê naxwazin û hewl didin gel bixin bin kontrola xwe.”

'Ji bo belavkirina Sîstema Neteweya Demokratîk divê hîn zêdetir xebat bên kirin'

Ayşe El-Helef da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser ji bo belavkirina sîstema neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan bi rêya saziyên xwe xebatên zêdetir bimeşîne û got, “Çareseriya herî girîng a ji bo bidawîkirina gelek qeyranan û ji holê rakirina tundî û zordariya li Rojhilata Navîn, sîstema Neteweya Demokratîk e. Li hemû cîhanê mirovahî her tim li aşitî, jiyana hevbeş û parastina azadiyan digere. Lê belê rejîmên kapîtalîst û otorîter li dijî van têgehan disekinin û hewl didin projeyên demokratîk ên ku armanca wan hemû gelan bi hev re bijîn ji holê rakin.

'Em ê belavkirina felsefeya Rêber Ocalan bidomînin'

Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê a gundewarên rojhilatê Dêrazorê Reem El-Rawam jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji planên hêzên cîhanê ye ku îradeya gelan têk bibe. Reem El-Rawam destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşan gel neçarî koçberiyê dike û wiha got:

“Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze sîstema Neteweya Demokratîk asteng bike. Komployên dagirkeriya Tirk, girtina Rêber Ocalan û girankirina tecrîdê wê li pêşiya têkoşîna me nebin asteng. Em tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku biryardariya me ya têkoşînê wê bidome. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan em ê bi berfirehî fikir û felsefeya Rêber Ocalan belav bikin.”

Reem El-Rawan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi cih bînin.