‘Emê êdî nehêlin zimanê me bê çewsandin û tunekirin’
Mamosteya zimanê Kurdî Nûrcan Ibrahîm bi mebesta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî da zanîn ku ewê mîrate û destkeftiyên xwe yên di warê zimanê Kurdî de biparêzin û di Sûriyeya pêşerojê de jî mayînde bikin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Ziman ku rêbaza ragihandin û têgihîştinê ye, mirov dikare bi riya wê bifikire, hîs bike, xwe diyar û îfade bike. Lewra ziman wek nasnameya netewî, parzûna çandê, riya perwerde û pêşketinê û çavkaniya têkiliyên civakî tê pejirandin û pênasekirin.
Gelê Kurd her sal Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de pîroz dike. Ji pîrozbahiyan zêdetir Kurd di vê rojê de bibîr dixin ku parastina ziman ne tenê parastina peyv û gotinan e, parastina zimanê Kurdî tê wateya parastina hest, nasname, çand, dîrok û pêşerojê jî.
Bi vê boneyê, Rêvebera Dibistanên Kobanê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrcan Ibrahîm, li ser rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û pêşeroja ku ew dixwazin, nirxandinên xwe bi me re parve kir.
‘Zimanê Kurdî xwedî kokeke şaristanî û kevnar e’
Nûrcan Ibrahîm destnîşan kir ku xebatên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di van salên dawî de xurttir bûne û got ku ku ev yek jî xwe dispêre şoreşa ku pêk hatiye. Nûrcan zext û zordariyên ku dagirkeran li ser zimanê Kurdî pêk anîne jî bi van gotinan anî ziman: “Li tevahiya Kurdistanê ji aliyê hêzên serdest ve her tim êrîşên qirkirin û înkarê li ser çand û zimanê Kurdî pêk hatine. Di encamê de berhemên Kurdî her tim hatine binpêkirin, Kurd bi dagirkeriyê re rû bi rû hatine hiştin û her tim di nava koçberiyê de bûne. Ji bo vê jî bi taybetî, li ser qada ziman û çanda Kurdî êrîşên hîn dijwartir hebûn. Zimanê Kurdî ji her alî ve dewlemend e ku bi hezar salan jiyaye û kokên xwe dighê destpêka mirovahiyê, xwedî gelek zarava û bi sedan devokên cuda ye. Lewra bi salên dirêj rû bi rûyê êrîşên înkar û qirkirinê hatiye.”
‘Şoreşa Rojava vegera li ziman û çanda resen bû’
Nûrcan Ibrahîm da zanîn ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo pêşxistina xebatên zimanê Kurdî şoreşeke din ava kiriye û wiha pê de çû: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi saya hezkiriyên ziman, welat û axê ku yek ji wan pêşengan Viyan Amara ye, perdeya tarî ya bi zordarî avêtin ser zimanê me ji holê rabe û ronahiya wê ya hezar salî derkeve. Viyan Amara roleke diyarker lîst û xebatên cur be cur meşand. Heta niha jî keda wê tê bîra min. Di roja îro de xwendekar û şagirtên wê hemû di astên bilind de riya wê dişopînin, xwedî berhem û pirtûk in ku wiha di qada ziman de destkeftiyên hêja qezenc kirin. Jixwe şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser vê bingehê destpê kir ku yek ji armancên wê, vegera li zimanê xwe yê dayîkê û jiyana bi çanda xwe resen bû.”
‘Me hêvî û xeyalên bi salan di rastiyê de pêk anî’
Nûrcan anî ziman ku xeyalên bi hezaran kedkar û hezkiriyên zimanê Kurdî îro li Rojavayê Kurdistanê tên jiyîn û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê, zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin û perwerde dibin, ciwan di dibistan, peymangeh û zanîngehan de bi zimanê xwe yê zikmakî fêr dibin û der diçin. Heta di van du salan de mastera Kurdî jî pêşket. Ev gavên ku em tînin ziman xewn û xeyalên bi hezaran kedkar û hezkiriyên zimanê kurdî bûn ku hêviyên wan ew bû bi zimanê dayîkê xwe îfade bikin, perwerde bibin û bijîn. Lewra jî em îro xeyalên wan didin jiyîn û jiyankirin.”
‘Em rê nedin ku tunekirin û qirkirina zimanê me dubare bibe’
Nûrcan Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî. Nûrcan diyar kir ku divê zimanê Kurdî bi riya destûrî û hiqûqî were fermîkirin û wiha got: “Wek tê şopandin jî, Sûriye di pêvajoyeke guhertin û veguhertinê re derbas dibe ku hemû avahiyên ji nû ve tên vesazkirin. Lewra jî em mamosteyên zimanê Kurdî ku ji mafê me yê herî rewa jiyankirina bi zimanê xwe yê zikmakî ye, hêviyên me ji bo pêşeroja Sûriyeyê ew in ku zimanê Kurdî bi riyeke fermî ango di destûra Sûriyeya nû de were pejirandin. Ger em behsa pêşerojeke demokratîk û aştiyane ya ji bo Sûriyeyê dikin, divê mafê hemû pêkhateyan yê perwerde, fêrbûn û jiyankirina bi zimanê xwe yê dayîkê hebe. Jixwe rêjîma Baasê têra xwe nasname û zimanê Kurdî çewisand, bi salan siyaseta bişaftin û qirkirinê da meşandin. Ji bo vê jî ne pêkan e ku heman polîtîka ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve jî bê kirin.”