‘Em zagonên ku cudakariyê di navbera jin û mêr de dikin napejirînin’

Parêzer Ghozlan Al-LMamouni diyar kir ku li Mexribê bi taybetî jin di mijara mafên xwe yên medenî de rastî cihêkariyê tên û got: “Em zagonên ku di navbera jin û mêr de cihêkariyê dikin û rêzê ji bo tiştên ku sûdê didin zarokan nagirin qebûl nakin.”

HANAN HARÎTE

Mexrib- Weke li gelek welatan li Mexribê jî ji ber ku bendên zagonê yên der barê wekheviya jin û mêr de nayên pêkanîn; jin ji mafên xwe yên nedenê bêpar dimînin. Jin ji bo sûdê ji mafên xwe bigrin neçar dimînin hem li dijî zagonan hem jî quralên zayendperest di civakê de û nêzîkatiyan têbikoşin. Seroka Komeleya Dayîk û Bavek Çawa Ghozlan Al-Mamounî diyar kir ku jinên hevjînên xwe berdane mafê wan ê wesayeta zarokan red dikin û ‘tundiya zagonî’ li dijî wan tê pêkanîn.

‘Zagon statuya hemwelatîbûna ne temam dide min’

Ghozlan Al-Mamourî da zanîn ku di zagonên Mexribê de jin û mêr xwedî mafên wekhev in lê belê zagon nayên pêkanîn û diyar kir ku tevî parêzer im jî bêyî destûra hevjînê xwe nikare qeyda zarokên xwe çêbike û got: “Li Parîsê tevî parêzer im, bêyî destûra hevjînê min ê berê nikarim qeyda zarokên xwe li dibistanê çêbikim. Zagon statuya nîv hemwelatî dide min. Dema ku ez bixwazim zarokên xwe li dibistanê qeyd bikim, tenê îmzeya min têrê nake. Divê bav jî amade be!” 

 Bêyî destûra bav destûr nayê dayîn zarok li gel dayika xwe bigerin

Ghozlan Al-Mamounî amaje bi wê yekê kir ku ji ber li Parîsê parêzeriyê dike, ji bo dozên miwekîlên xwe dem bi dem neçar dimîne biçe Fransayê û got: “Li Mexribê li gorî qanûna madeya 179’an, der barê jinên ku dixwazin ji derveyî Mexribê li gel zarokên xwe bigerin, pirsgirêkên din hene. Dadgeh li gorî vê bendê, bêyî rizaya nûnertiya zagonê dikare zagona gerê ji derveyî Mexribê bixe nav, ev jî tê wateya di pêkanînê de bi eşkere ye bêyî destûra bavê zarokan geşt tê astengkirin.”

‘Ez xwe vederkirî hîs dikim’

Ghozlan Al-Mamounî îşaret bi wê yekê kir ku zagona malbatê berpirsyariya rêveberiya malbatê û lênêrîna zarokan di navbera dayik û bavan de were parvekirin dibîne û got: “Tevî vê di mijara welayeta zarokan de wekheviyek nîn e. Ji ber vê ez xwe vederkirî û rastî bêmafiyê hatime hîs dikim. Weke jin cihê me, erkê me, rewşa me ya civakî çi dibe bila bibe di civaka Mexribê de tiştek were guherîn nîn e. Ev rewş ji derveyî vegerîna civaka Mexribê di aliyê civakî û demografîk de ye. Em ji ber zagonên ku mafên me û çarenûsa zarokên me asteng dikin zoriyan dikşînin.”

‘Xwediyê welayetê di hemû mijarên der barê zarokên xwe de biryar nadin’

 Ghozlan Al-Mamounî destnîşan kir ku jinek hevberdayî dema dixwaze welayeta zarokên xwe bigre bi giştî bi biryara dadgehê divê li gorî hinek şertan tevbigere û got: “Lê belê ji ber pirsgirêka bingehîn jina xwedî welayet der barê karê zarokan de di hemû zagonan de ne xwedî mafê biryardayînê ne. Bêyî ku bav hebe û nemire weke vasiyê zarok dimîne. Di rewşa jinek welayet bigre, ji perwerdeya zarok û cilên wan berpirs e, bav li dûr jî be dibe xwedî hemû mafan. Destûr nedana jinan ji bo mafê welayetê bandorê li sûda ji bo zarokan dike.” 

 ‘Min şer kir û qezenc kir’

Ghozlan Al-Mamounî diyar kir ku ji bo parastina welayeta hevpar a zagonî di navbera dayîk û bavan de Komeleya Dayik û Bavê Çawa ava kirine û ev tişt got: “Ji bo bidestxistina welayeta hevbeş a zagonî bi dest bixim min şer kir û weke parêzerek ez aşînayên zagonên Mexribê me. Min bal kişand ser gelek prosedurên zagonî. Min wisa kir ku mafên xwe biparêzim û bi dest bixim. Ji ber wê jî ez çarenûsa bi hezaran jinên ku rastî heman pirsgirêkê hatine mereq dikim.” Ghozlan Al-Mamounî da zanîn ku ji bo dayik û bav bibin xwedî erk û mafên wekhev divê di qanûnê de guherînek berfireh were kirin. Ghozlan Al-Mamounî bi bîr xist ku li bendê ne di nava çend mehan de di zagona ku nû bikeve meriyetê.”

‘Wê bi guherîna zagonan re têkoşîn bi dawî nebe’

Ghozlan Al-Mamounî bal kişand ku komeleyên jinan di têkoşîna didin de guherînên zagonî kiriye û wiha got: “Guherîna zagonê nayê wateya têkoşîn bi dawî bûye. Berovajî têkoşîn wê berdewam bike. Mînak em li benda zagonek nû ne ku daxwazên me pêk bîne û jinên Mexribê ji cihêkariyê rizgar bike ne. Lê belê ev zagon dema bersiva hemû daxwazên me bide û wekheviyê pêk bîne jî wê di vê mijarê de ji bo rast were pêkanîn têkoşîn berdewam bike.”

‘Divê ji bo mafên xwe em dengê xwe bilind bikin’

Ghozlan Al-Mamounî bi bîr xist ku divê jin ji bo mafên xwe bi dest bixin dengê xwe hê bilindtir bikin û got: “Çima mafên me û mêran wekhev nebin. Ev bi xwe bêmafî ye. Zagon bê edalet in û bacdayîna jinan efû nakin. Em jî weke her kesê bacê didin û dema em mehane digrin heman an jî hê kêmtir em digrin. Ji ber vê bendewariyên me ji zagona nû ew e ku edaletê bi xwe re bîne û hemû jin di civakê de ji bo cihê xwe yê rast bigrin û zagonên cihêkarî biguherin.”