Şandeya jinan a ji Bakur serdana Şahnaz Îbrahîm kir

Şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşaredar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan pêk tê, li Silêmaniyê serdana Şahnaz Îbrahîm Ehmed kir.

Silêmanî- Şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan ku ji perlementera bajarê Sêrtê Sabahat Erdoxan, heseroka şaredariya Silopya Edalet Çîmen, berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar, endama Meclîsa jinan a HEDEP’ê Gulbihar Aksoy pêktê, serdana bajarê Silêmanî kirin. Di hevdîtinê de şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê, dûh li gel Waliyê bajarê Silêmanî Haval Ebubekir, RJAK û Yekitiya Jinê Kurdistanê civiyan û di hevdîtinê de qala xebat, têkoşîna hevbeş ya jinên Kurd û hemû jinan û avakirina yekitiya netewî hate kirin.

Îro şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê li Hola Xak ya bajarê Silêmanî bi ‘Xanima Yekem’ ya Iraqê Şahnaz Îbrahîm Ehmed re civiyan.  Piştî civînê Sabahat Erdoxan diyarkir ku armanca serdana wan goftogokirina derbarê pirsa netewî û pirsa jinan di çarçoveya kampanya 16 rojî a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li dijî jinan, bivê armancê herdû alî ji bo çareseriya pirsgirêkan kar bikin.

‘Xanima Yekem’ ya Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed  destnîşan kir ku hertim bi serdanên jinên şandeyên Bakûrê Kurdistanê keyfxweş bûye û got: “Em hertim weke qelayekê li jinên Bakûrê Kurdistanê  temaşe dikin û em bi wan gelek keyfxweşin ku dikarin dengê xwe bigihînin û li beramberî sîstema Tirkiye rawestin. Ez di wê baweriyê deme ev serdan berdewam bikin.”

Biryare şandeya jinên Bakûrê Kurdistanê di berdewamiya  serdanên xwe de li gel kesayet, alî û rêxistinên din ê jinan bi civin.